Şehid Bagok – Ashley Johnston

Şehid Bagok – Ashley Johnston

Back

Nom de guerre: Bagok Serhed
Real Name: Ash Coniston
Name of the Mother:  Emînde
Name of the Father: Bery
Place of birth: Australia
Date and place of martyrdom:  23 Sibat 2015 Gundê Xesan

Şehîd Bagok Serhed

Şoreşa Rojava ku Şoreşa mirovahiyê ye bala Tevahî cîhanê kişand ser xwe , ew jî bi berxwedaniya bê hempa ya ku Yekîneyên Parastina Gel û Gelê Rojava dide nîşandan , di dema dawî de gelek ji pêkhateyên derve yên Biyanî tevlî nava şoreşa mirovahiyê bun û cihê xwe girtin , ji wan tekoşeran Rêhevalê me Bagok Serhed yê bi eslê xwe ji Ostiralya ye .

Rêheval Bagok bi ruhê xwe yê sivik û rû biken û Mêla wî ya şoreşgertî û berxwedîr ji Aliyê tevahî şervanên YPG dihat hezkirin , di heman demê de di hemu Çeperên şer yê li dijî Terorîstan amadebu û Çeke wî di nava destên wî de bu .

Hemleya ku Yekîneyên me di dîroka 21 sibata 2015an li Gundewrên Til Hemîsê dabun dest pêkirin ew jî li ser daxwaze Xelkên Herêmê bu Rêhevalê me Bagok tevlê Hemleyê bibu .

Lê di dîroka 23 sibata 2015 an piştî destpêkirina Hemleyê bi du rojan di encama şerê giran yê ku di navbera hêzên me û Çeteyan de Qewimî Rêhevalê me Bagok bi qehremantî têde cih girt heta Kêliya şehadeta wî .

Em dikarin bêjin ku Şehîd Bagok benê Biratiya Gelan Xurtkir û asta azadiya Gelê bin dest bilindkir ,tekoşîna Rêheval Bagok û Berxwedana wî ya li Rojava şoreşa rojava hin bihtir dewlemen kir û navê xwe li dîroka biratiya Gelan neqişand.

Di dawiyê de em ser saxiyê ji malbata şehîd Bagok re û tevahî Malbatên şehîdan re duxazin û soza Şopdariya riya şehîdan didin .

Navenda Ragihandina YPG

26 SIBAT 2015

Read More